02 Sibat 2017•Rojanekirin: 02 Sibat 2017
ANKARA
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ji bo hevdîtinên fermî hat Enqereyê.
Balafira Merkelê saat 13.00an gihîş Balafirgeha Esenbogayê.
Merkel pêşî wê digel Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinekê bike. Paşê wê here TBMMyê û ciyên ku dema hewladana derbeyê hatibûn bombekirin ziyaret bike.
Angela Merkel wê bi Serokwezîr Bînalî Yildirim re der barê krîza penabêran de hevdîtinekê bike.
Merkel piştî hewldana derbeya Rêxistina Terorî ya Fetullahî (FETO) ya 15ê Tîrmehê nû tê Tirkiyeyê.