22 Sibat 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2017
ÎZMIR
Bi îdiaya ku propagandaya PKKya rêxistina terorê kirine Serokê Bajêr yê HDPê Mahfuz Guleryuz û du rêvebirên bajêr ên partiyê hatin binçavkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, ekîbên Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Emniyeta Bajêr, bi telîmata Buroya Teror û Sûcên Rêxistinî ya Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê li ser daxuyaniya çapemeniyê ya ku rêvebirên bajêr ên HDPê û endamên partiyê duh li ser kolana Alsancak Şehîtên Kibrisê kirin, xebat da destpêkirin.
Ji ber ku daxuyaniya çapemeniyê bê destûr dan û di daxuyaniyê da operasyonên terorê yên ku hêzên ewlehiyê li Herêma Başûrê Rojhilata Anadoluyê bi serkeftî dikin, hat rexnekirin, ji ber ku propagandaya rêxistina terorê hat kirin; polês wek delîlê sûc li ser nivîsên ser pankartan sekinî û der heqê Serokê Bajêr yê HDPê Guleryuz û du rêvebirên bajêr ên partiyê da biryara girtinê hat derxistin.
Bi îdiaya ku propagandaya PKKya rêxistina terorê kirin, polêsan Guleryuz û du rêvebir binçav kirin û ji bo hildana îfadeya wan ew birin Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Emniyeta Bajêr.