22 Sibat 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2017
ÎSTANBUL
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Stenbolê li Siltanbeylî û Pendîkê operasyon birin ser DEAŞa rêxistina terorê û 35 kes binçav kirin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, di çarçoveya operasyona ku Serdozgeriya Komarê rêva dibe da li Siltanbeylî û Pendîkê di ser 41 navnîşanên DEAŞê da girtin.
Di lêgerîna li navnîşanan da 6 fîşengên 6,65, gelek amûrên dijîtal û dokumanên rêxistinê û cil û kincên leşkeran hatin dîtin.
Şikbarên ku hatin binçavkirin ji bo karûbarên îfadehildanê birin Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê.