Tirkiye

"Şikefta Antorê" merivan şaş û metel dihêle

Li Motkiya navçeya Bitlîsê di navbera zinarên tîk da du şikeftên ku dirêjahiya wan dora kîlomêtreyek nîvî ye hene

İbrahim Atmaca  | 22.04.2018 - Rojanekırın : 24.04.2018
"Şikefta Antorê" merivan şaş û metel dihêle

Bitlis

BÎTLÎS

Li Motkiya navçeya Bitlîsê di navbera zinarên tîk da du şikeftên ku dirêjahiya wan dora kîlomêtreyek nîvî ye hene.

Şikeft dikevin quntara Çiyayê Hamamê. Ev çiya li gundê Bagarasiyê dikeve kêleka Qeleha Yagmurê. Li gor texmînê dîroka van şikeftan nêzî 65-70 milyonî ye.

Gelê herêmê ji şikefta mezin ra "Şikefta Antorê" dibêje. Di vê şikeftê da kevirên ku dawiya salên dûr û dirêj da şekl û dirûv hildane hene û ev kevir merivan şaş metel dihêlin.

Meriv ji quntarê çiyê li ser zinararn ra piştî rêwitiyeke du saetan şûnda xwe dighîne şikeftan.

Heta niha şikeft nedihatin zanîn û tu lêkolîneke zanistî li ser nehatiye kirin. Kesên ku şikeftan dibînin şaş û metel dibin. Welatî dixwazin ku di demeke kin da lêkolîn li ser şikeftan were kirin û ji bo tûrîzmê werin vekirin.

Ji Zanîngeha Stenbolê Fakulteya Endezyariyê Beşa Jeolojiyê Endamê Hîndekariyê Dr. Yildirim Gungorê ku li şikeftan geriya, daxuyanî da nûçegihanê AAyê .

Gungor diyar kir, dema ku ev şikeft çêdibû mirovahî hê li dinyayê tunebû û wiha dewam kir: "Ez emrê vê derê pir baş nizanim lê kevirên kirêç ên masîf ji 65-70 milyonî heta 400 milyonî diçin. Em wisa texmîn dikin ku emrê vê derê jî 65-70 salî ye. Li gor gotina gel şikeft heta kîlomêtreyek û nîvî dirêj e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın