17 Sibat 2016•Rojanekirin: 18 Sibat 2016
BITLÎS
Li Tetwana navçeya Bitlîsê, jin û mêrekî mamoste, li dervayê seatên dibistanê xwendekarên xwe hînî Hunera Ebroyê dikin.
Zeynep Şanliya mamosteya Hunerên Dîtbarî ku li Dibistana navendî ya Cumhuriyetê dixebite digel mêrê xwe Îrfan Şanliyê mamosteyê Perwerdeya Bedenê, xwendekarên pola 6 û 7an bê ucret hînî Hunera Ebroyê dikin.
Xwendekar û weliyên wan sipasiya herdu mamosteyan dikin, kêfxweşiya xwe ji bo kursê tînin ziman.
Serokê Yekîtiya Malbatan yê Dibistanê Mehmet Aga destnîşan kir ku kurs rojên duşem, sêşem û çarşemban, bê ucret, piştî seatên dersan tê dayîn.
Yek ji xwendekarên pola 7an bi navê Elîf Medîne Kiliç kêfxweşiya xwe ji beşdarbûna kursê anî ziman û got, "Bi beşdarbûna vê kursê him em xwe pêş dixînin û him jî em sitrêsa dersan diavêjin. Ji ber ku derfeteke wiha pêşkêşî me dikin, em spasiya mamosteyên xwe dikin. 30 hevalên me beşdarî kursê bûn. Em difikirin ku em di dawiya salê da pêşangehê ji xwe ra vekin."
Yek ji weliyan Amîne Koldaş spasiya herdu mamosteyan kir û destnîşan kir keça wê piştî xwendinê li malê bi dilê xwe, bi Hunera Ebroyê dilebike.