Abdullah Tel
27 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2018
BATMAN
Bi hevkariya Wezareta Spor û Ciwaniyê û TOKIyê va Stadyuma Batmanê ya li gor rê û rêzikên UEFA û FIFAyê ye bi 100 milyon lireyî hat avakirin.
Di Stadyuma Batmanê ya ku bi qasî 15 hezar alîgir dikarin lê bi rihetî bi cih bibin da pêşbirka ewil hat lîstin û stadyumê jî dest bi xizmetê kir.

Waliyê Batmanê Ahmet Deniz berî pêşbirka Batman Petrolspor û Buyukçekmece Tepecîksporê daxuyanî da rojnamegeran û got ku stadyum li ser wan bi 100 milyon lireyî bû mal û bi qasî 15 hezar kes dikarin tê da bi cih bibin.

Stadyuma Batmanê ya nû li gor rê û rêzikên UEFAyê ne.
Pêşbirka ewil a li stadyûmê jî di navbera Batman Petrolspor û Buyukçekmece Tepecîkspor a ku di Koma 1emîn a Lîga 3yemîn da ne hat lîstin.
Di pêşbirkê da Batman Petrolspor 2 û 0 bi ser ket.