Abdullah Tel
19 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2018
ANKARA
Teleskoba Chandra Tîroja Xê ya Ajansa Feza û Hewageriyê ya Amerîkayê (NASA) cara ewil bi serfirazî dîmena gerstêrkekê ku ji hêla stêrkekê va hat daqurtandin, qeyd kir.
NASAyê daxuyanî da û diyar kir ku Teleskoba Chandra Tîroja Xê li derdora stêrka "RW Aur A"yê ya ku 450 salên roniyê ji dinyayê dûr e dîmenên gerstêrkeka li tiştekî qelibî û bermayiyên wê stêrka ciwan ji hêla stêrkeka din va hat daqurtandin, kişand.
RW Aur A di sala 1937an da hatibû kifşkirin û ji ber birîqîna xwe her tim bala zanyarên esmanî dikişand. Lêkolîneran kêmbûna biriqîna stêrka ewil vê carê bi serfirazî û delîlên berbiçav va tespît kirin.
Ji Enstîtuya Lêkolîna Feza û Astrofîzîkê ya li ser Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusettsê (MIT) ku pêşengiya lêkolînê dike lêkolîner Hans Morîtz Guenther got: "Di sîmulasyonên compîteran da xuya dikir ku gerstêrk dibe ku bikevin nav stêrkên ciwan lê di çavdêriyên me yên heta niha da em rastî tiştekî wiha nehatibûn. Heke di şîrovekirina me ya ji bo tîrojên Xê da xetayek tunebe me cara ewil qeyd kir ku gerstêrk ji hêla stêrkeke ciwan va tê hat qaqurtandin."