Haydar Şahin
26 Hezîran 2018•Rojanekirin: 27 Hezîran 2018
OTTAWA
Ji bo ku di xebatên zanistî yên li Navenda Lêkolîna Nukleerê ya Ewropayê ya Cenevreya bajarê Swîsreyê tên meşandin da were bikarnaîn Kanadayê cemedanga super çêkir.
Kîrsty Duncana Wezîra Zanistê ya Kanadayê di daxuyaniya nivîskî da got ji bo çêkirina cemedanga ku ew ê li navendê were bikaranîn 10 milyon dolar pere xerc kirin.
Duncanê got Kanadayê ji bo makîneya li navendê tevkariyeke mezin da û asta welêt a li dika zanista dinyayê zêde bû.
Duncanê diyar kir ku cemedang ew ê performansa Lehevxistina Hadrona Mezin a li CERNê zêde bike bi saya vê va zanyarên ji Kanadayê ew ê her tim bi laboratuvaran ra têkildarbin.
- CERN ji bo tevkariya bi Kanadayê re kêfxweş e
Di daxuyaniya Wezaretê da cî dan axaftina Dr. Fabiola Gianottiya Direktora Giştî ya CERNê.
Fabiola Gianottiyê wiha got:
"Kanada ev demeke dirêj e tevkariyê dide CERNê, bi çêkirina vê cemedangê va tevkariyeke mezin da. Em ji bo vê kêfxweş in."