09 Hezîran 2016•Rojanekirin: 10 Hezîran 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim pêşnûmaya ku dema tetîla Cejna Remezanê dirêj kir û kir 9 rojan îmze kir.
Li gor daxuyaniya ku ji serokwezîriyê hat dayîn, ji bo ku xebatkarên qamûyê di 4ê tîrmehê da nîv roj û di 8ê tîrmehê da jî rojekê îzna îdarî bi kar bînin, Yildirim pêşnûma îmze kir.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Li gor vê bi şertê ku rêvebirên saziyan tevdîrên hewce dikin hildin da ku xizmet nesekinin, kêm kesan bidin xebatê, xebatkarên qamûyê wê 4ê tîrmehê da nîv roj û di 8ê tîrmehê da rojekê îzna îdarî bi kar bînin. Nivîs ji saziyan ra hat şandin."