07 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2016
ANKARA
Serokwezîr Yildirim li ser gotinên Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê ku dibêje 'Bira leşkerên tirk nebêjin em derketine ger û geştê' wiha xeberda: "Kî dibêje derketine ger û geştê? Leşker ger û geştê dikin? Leşker wezîfeya xwe dikin û leşkerên me li wir wezîfedar in. Li dijî DAEŞa ku bûye belaya serê dinyayê şer dikin. Tenê em li Sûriye û Iraqê vê têkoşînê nadin. Hemû dewlet têkoşînê didin. Neteweyên Yekbûyî û hêzên koalîsyonê didin. Amerîka, Rûsya û qederê 60 dewlet vê têkoşînê didin. Gelek dewletên ku eleqeya wan a fizîkî bi Iraqê ra tuneye tevî pispor û leşkerên xwe li wir têkoşînê didin. Ji ber vê jî daxuyaniyên Bexdayê yên bi vî awayî xweş nînin. Leşkerên me îro neçûne, bi salan e ku li wir in."
"(Îtiraza kesên ku der heqê wan da ji FETOyê karên fermî hatine kirin) Ji jimara kesên ku der heqê wan da karên fermî hatine kirin zêdetir serîlêdan hene. Hin kes dibêjin 'te hey dît der heqê min da jî karên fermî bên kirin' û pêşda serî lê dixin. Ez nizanim çi dikin lê belê karekî rast nakin. Mixabin FETOyê di vê da dest bi tevgera şaşkirinê kiriye. Lê em soz didin welatiyan ku îtirazên wan kesan ew ê bi hûrgilî bên nirxandin, ji 70 hezarî zêdetir îtiraz hene. Ev ê qasî demekê ber xwe bidin. Mekanîzma hat avakirin, li wezaretan heyetên nirxandinê û heyetên ku biryarê didin hatin guherandin. Dibe ku çavekî din binirxîne tiştek biguhere."
"Mixabin niha serokê partiya mixalefetê dev ji 15ê Tîrmehê berdaye. Dibê qey 15ê Tîrmehê neqewimiye, gel mexdûr nebûye, kes şehît neketiye, xazî tunene û bedel nehatiye dayîn, qala edebiyata mexdûrbûnê dike. Dev jê berde kekê min. Mexdûrbûna gel girîng e yan mexdûrbûna derbekaran? Divê hûn biryarê bidin. Bila kes kirinên vê rêxistina terorê şor neke. Ev ne tenê belaya serê Tirkiyeyê ne, bûne belaya serê dinyayê. Xebat û daxuyaniyên ku tê meneya alîkariyê, ji bo gel zilm û niheqiyeke mezin e."