Fatih Gazioğlu
25 Nîsan 2018•Rojanekirin: 26 Nîsan 2018
VAN
Teyrên tawis yên ku li Gorunduya gundê Gewaşa navçeya Wanê ji welatiyan eleqeyeke mezin dibînin.
Li gor agahiyan, Layika Hakanê (45) bona Baranê kurê xwe yê ku 28 salî û nexweşiya şekir pê re heye kêfxweş be, du sal berê ji Meletyeyê ji eqrebeyên xwe 3 teyrên tawis kirîn.
Teyrên tawis ku bi perikê xwe yên rengîn li gund di demeke kin da bûn sembol û ji gundiyan eleqeyeke mezin dîtin.
Hakanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got wê teyrên tawis ku kurê wê pê re mijûl bibe kirîne û wiha axivî:
"Vê eleqeyê kêfa kurê min jî anî. Niha 3 tawisên me hene û em dixwazin yeka spî jî bikirin. Ji bo ku kurê min kêfxweş be çi lazim bike ez ê bikim."
Hakanê got ku bona dîtina teyrên tawis gelek caran meriv baxçeyê wan ziyaret dikin û wiha got:
"Teyrên tawisê hin caran di nav gund de jî difirin. Her kes bir meraq teyran temaşe dikin. Hin kes jî bi telefonê dîmen û wêneyên teyran dikişînin. Êdî hemû gundî teyrên me nas dikin. Teyrên me li baxçe hin caran per û baskên xwe vedikin û dîmenên xweşik derdixin holê, meriv dibêje heçko dileyîzin. Ji ber vê her kes ji wan hez dike."
Baran Hakan diyar kir ku ew bona xwarin û xwedîkirina teyran her dem li ser înternetê lêkolînê dike, bona teyran seba hêkên xwe lê bikin helîn jî çêkirine û wiha axivî: "Ji bo xwedîkirina wan me ji beytaran agahî hildan. Me derziyên wan jî kirin. Ez gelekî qedrê wan digirim. Gundî eleqeyeke mezin nîşanî teyrên min didin. Ev jî min kêfxweş dike."