Hakan Sarı
19 Hezîran 2023•Rojanekirin: 20 Hezîran 2023
Li Wanê hin geştiyar çûn navçeya Gurpinarê ku Zozanê Norduzê û der û dora Gola Qeşayê ya Çalyanê bigerin.
Endamên Klûba Siruştê ya Newalê ji bo ku Zozanê Norduzê ya ku bilindahiya wê 3200 mêtro ye û Gola Qeşayê ya Çalyanê bigerin bi komeke ji 67 kesan pêk tê va çûn herêmê.
Geştiyar li hemberî xweşikiya siruşta golê û zozanê metel man.
- "Dora wê gelek çavkanî û nêrgiz hene"
Serokê Klûba Siruştê ya Newalê Omer Demez daxuyand ku ew cara duyem e tên herêmê û wiha axivî: Gola Çalyanê wek bihûştê ye. Hema hema wek golên Satê ye. Li hemberî wê herêma Feraşînê heye. Em cara ewil par hatin. Kesên hatin gerê bûn heyranê golê û siruştê. Divê her kes bê vê derê bibîne."
Demez behsa siruşta herêmê kir û wiha dewam kir: "Cihekî gelek xweş e, cihekî gelek bedew e. Çiyayê piştê 3 hezar û 200 bilindahiya wê heye. Bilindahiya golê jî 2 hezar û 900 e. Goleke cemed e. Dora wê gelek çavkanî hene, nêrgiz hene. Sosin û beybûn zehf in. Koçer jî tên zozanê."
Siruşthez Evîn Baranselê jî got ew îro ji bo gera Çalyanê hatine û wiha axivî: "Me çar demsal bi hev ra dît. Em der û dora golê geriyan. Xweşikiyeke bêhempa li vir heye. Divê her kes bê û bibîne."
Geştiyar Erken Kumrîoglu jî got ew 67 kes îro hatine sînorê Wanê li Gola Çalyanê û wiha axivî: "Em hez dikin hemû birayên me û xwîşkên bên vê gola qeşayê bibînin. Li vira hem zivistan, hem bihar û hem jî havîn heye. Demsal wisa ye."