03 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2016
Stat: Bordeaux
Hakem: Viktor Kassai, Gyorgy Ring, Vencel Toth (Macaristan)
Almanya: Neuer, Howedes, Boateng, Hummels, Hector, Kimmich, Khedira (Dq. 16 Schweinsteiger), Kroos, Mesut Ozil, Muller, Gomez (Dq. 72 Draxler)
Îtalya: Buffon, Barzagli, Bonucci, Chiellini (Dq. 120+1 Zaza), Florenzi (Dq. 86 Darmian), Sturaro, Parolo, Giaccherini, De Sciglio, Eder (Dq. 108 Insigne), Pelle
Gol: Dq. 65 Mesut Ozil (Almanya), Dq. 78 Bonucci (Ji penaltiyê) (Îtalya)
Qartên Zer: Dq. 56 Sturaro, Dq. 57 De Sciglio, Dq. 59 Parolo, Dq. 91 Pelle, Dq. 103 Giaccherini (Îtalya), Dq. 90 Hummels, Dq. 112 Schweinsteiger (Almanya)
BORDEAUX (AA) - Di çaryekfînala 2016 Şampiyonaya Fitbolê ya Ewropayê (EURO 2016) da Almanyayê di pêşbirka xwe ya ku bi Îtalya ra lîst da, di wextê asayî û dirêjkirina da 1-1 beramber ma û di lêdanên penaltiyê da 6-5 Îtalya têk bir û derket nîvefînalê.
Di dewreya yekemîn a pêşbirkê da herdu tîman nikaribû ji nîvê sehayê derbas bin û piraniya lîstikê li vê qadê derbas bû. Dewreya ewil bêgol temam bû.
Di deqîqeya 65emîn da Almanya bi gola Mesut Ozil va ket pêşiyê. Gomez li baskê rastê gog wergirt û da pêşiya Hectorê ku berê xwe da qada cezayê. Di pasa Hector da jî Mesut Ozil li ber devê qelê li gogê da û gog şand hembêza tora qalê: 1-0
Di deqîqeya 78emîn da Îtalyayê jî gola beramberiyê bi dest xist. Hakem Kassai kifş kir ku Boateng di qada cezayê da bi destê xwe midaxaleyê topê kir û ji ber hindê biryara penaltiyê da. Bonucci penaltî kir gol û skor kir wekî hev 1-1.
90 deqîqe wextê asayî 1-1 berambere temam bû û pêşbirk dirêj bû.
- Dirêjkirin û penaltî
Wextê dirêjkirinê jî 1-1 berambere kuta bû, lê di penaltiyan da Almanyayê 6-5 Îtalya têk bir û derket nîvefînalê.
Di tîma Almanyayê da Kroos, Draxler, Hummels, Kimmich, Boateng û Hector penaltî kirin gol, lê Muller, Mesut Ozil û Schweinsteiger ji lêdana penaltiyê da bi ser neketin. Di tîma Îtalyayê da jî Insigne, Barzagli, Giaccherini, Parolo, De Sciglio gog gihandin tora qelê, lê Zaza, Pelle, Bonucci û Darmian ji lêdanê sûd wernegirtin.
Di nîvefînala EURO 2016ê da Almanyayê bi xalibê pêşbirka Fransa-Îzlandayê ra were hemberî hev.