Nihat Kavşut
16 Îlon 2016•Rojanekirin: 17 Îlon 2016
HEWLÊR
Parlementerê Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê Aydin Maruf daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li herêmên di destê DAEŞa Rêxistina terorê da tirkmen êşên mezin dikşînin û got ku hêviya me ew ku Tirkiye operasyoneke weke "Mertalê Feratê" bike.
Maruf diyar kir ku gelê Mûsil û Telaferê 2 sal in di bin dagirkeriya DAEŞê da ne û wiha got: "Dema operasyona Mûsilê hatiye. Em wek tirkmenên Iraqê dixwazin operasyon demildest were kirin."
Maruf diyar kir ku divê beriya operasyonê hêzên li herêmê li hev bikin û wiha dewam kir: "Divê senaryoyên li Enbar û Felluceyê li Mûsil û Telaferê neyê dubarekirin."
Maruf destnîşan kir ku divê tirkmen jî tevlî operasyona Mûsilê bibin û got ku me vê daxwaza xwe ji Bexda û Hewlêrê ra gotiye.
"Herekateke rizgarkirina Mûsilê ya bêyî tirkmenan xizmetî aştî û dostiyê nake. Em hetanî dawiyê piştgiriyê didin operasyona Mûsilê. Lê belê divê beriya vê di navbera komên ku ji netewan pêk tên da peyman bê çêkirin. Peymaneke siyasî û îtifaq şert e. Lewra em ditirsin ku piştî Mûsil ji DAEŞê bê sitandin komên netewî û dînî têkevin bin hakimiyeta partiyekî. Ev ê bibe sedema lihevnekirin û pevçûnên teze."
- "Hewcedariya me bi piştgiriya Tirkiyeyê heye"
Marûfê perlementerê tirkmen ê parlementoya HKIyê bal kişand ku dibê beriya Mûsilê Telafer bê rizgarkirin.
Maruf destnîşan kir ku Telafer ji aliyê dîrokî û stratejîk ji dinyaya tirkan giring e û wiha pê da çû: "Îro Telafer di bin dagîrkeriya DAEŞê da ye. Li navçeyê hema hema 70 hezar tirkmenên sivîl dijîn. Jiyana wan di xetereyê da ye. Ji bo rizgarkirina van birayên me û paqijkirina Telaferê ji terorîstan, em dixwazin Tirkiye li Iraqê jî operasyoneke weke ya li Sûriyeyê li dar bixe."
Marûf got ku Tirkiye li herêmê faktoreke giring e û di dîrokê da jî her tim li cem mezlûman cih girtiye û wiha pê da çû: "Li Rojhilata Navîn Tirkiyeyê her tim piştgirî daye aştiyê. Cerablûs wek mînaka herî dawîn li pêş çavên me ye. Bi taybetîjî hewcedariya tirkmenên li wê derê bi piştgiriya Tirkiyeyê heye. Ji bo aştî, biratî û mafên tirkmenên li wê derê li Telafer û Mûsilê jî em li bendê ne ku tişteke wek 'Hereketa Mertalê Dîcleyê' bê kirin. Xelqê wê derê her gavên ku bên avêtin wê baş bibîne û piştgirî bide. Ez dixwazim di vê mijarê da bibêjim ku gelê Mûsilê ji Tirkiyeyê gelek tişt hêvî dike."
Marûf destnîşan kir ku ew ji ber peyama Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bo çareseriya pirsgirêka Mûsilê da kêfxweş in û ragihand ku Tirkiye li Mûsilê bi tenê ne li tirkmenan li hemû gelê din jî xwedî derket.