16 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2018
ANKARA
TRT Kurdî ya ku yekem qanala Kurdî ye di sala 2009an da li Tirkiyeyê vebû û 24 saet bi Kurdî weşanê dike dest bi weşana HD kir.
TRT Kurdî ya ku niha bi zaravayên Kurmancî, Zazakî û Soranî yên Kurdî weşanê dike format û kalîteya xwe guhert û di 16ê rêbendanê (îro) da derbasî weşana HD bû.
TRT Kurdî ya ku navê wê "TRT 6" bû û di sala 2015an da navê xwe wek "TRT Kurdî" guherand bi formateke çêtir karê xwe didomîne.
TRT Kurdî di serî da Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, bakurê Iraqê, Sûriye û Îran li çar aliyên dinyayê ji hêla Kurdan va tê temaşekirin.