ANKARA
Serokomar Abdullah Gul diyar kir ku Anadolu Agency (AA) di serî de bi weşana xwe ya pirzimanî û bi bikaranîna derfetên teknolojiyê tim pêşve diçe û ev jî dibe sedema kêfxweşiyê.
Serokomar Abdullah Gul ji Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk re peyama pîrozbahiyê şand.
Gul di peyama xwe de destnîşan kir ku AA li ser daxwaza Ataturk hatiye avakirin û bi serboriya xwe ya mezin ve di warê nûçegihaniyê de saziyeke girîng û taybet e.
Peyama Gul wiha ye: "Anadolu Agency di dema têkoşîna neteweyî de di nav şert û mercên dijwar de hatiye avakirin û 94 sal e xebatên xwe dimeşîne û dengê Tirkiyeyê radigihîne dinyayê. AA di serî de bi weşana xwe ya pirzimanî û bi bikaranîna derfetên teknolojiyê tim pêşve diçe û ev jî dibe sedema kêfxweşiyê. Di salvegera damezirandina ajansê de hemû xebatkarên ajansê pîroz dikim û serkeftinê dixwazim."