06 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2016
NÎGDE
Li Nîgdeyê lokomotîfa trenê û servîsa xwendekaran li hev qelibîn. Di qezayê da 6 jê zarok 14 kes birîndar bûn.
Lokomotîf ji Nîgdeyê diçû navçeya Ulukişlayê û li texma Pîşesaziya Berê li servîsa xwendekaran qelibî. Servîsa xwendekaran ya navenda perwerdeya taybet û rehabîlîtasyonê ye û Alî Gazî diajot û plaqa wê 51 JA 353 e.
Şofêr Gazî, Enes Talha Varol (4), Ayşenur Ataç (29), Emîne Sevimlî (34), Mehmet Alî Karagoz (3), Belînay Ataç (5), Îhsaniye Varol (44), Elîf Sude Sevimlî (4), Mahmure Karagoz (34), Aysun Ata (25), Cemal Guler (28), Alperen Guler (6), Meryem Eroglu (37) û Beytullah Eroglu (12), rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nîgdeyê û nexweşxaneyên taybet ên din.
Hat gotin ku rewşa şofêr Alî Gazî giran e û rewşa yên din baş e.