23 Hezîran 2016•Rojanekirin: 23 Hezîran 2016
ANKARA
Jetên Hêzên Esmanî yên Tirk operasyona esmanî birin ser herêmên Sînat-Haftanîn û Metinaya bakurê Iraqê û çil û çiyayê Licê.
Li gor daxuyaniya ku ji sererkaniyê hat dayîn, jetên şer ên Hêzên Esmanî yên Tirk di navbera saet 00.21 û 00.53yan da operasyon bir ser herêmên Sînat-Haftanîn û Metinaya bakurê Iraqê.
Li herêmê 5 hedefên ku terorîst tê da bûn, hatin bombebarankirin û îmhakirin.
Ji aliyekî din va duh di navbera 19.40 û 09.50î da jetên şer ên Hêzên Esmanî yên Tirk operasyon birin ser çil û çiyayê Licê jî.
Li herêmê cihê ku grûba rêxistina terorê ya cudaxwaz tê da bû, hat gulebarankirin û îmhakirin.
Tesbîtkirina zayiatê dewam dike û jet bi sax û silamet vegeriyan balafirgehên xwe.