23 Hezîran 2016•Rojanekirin: 24 Hezîran 2016
ŞANLIURFA
Ji ber îdiaya dem û dezgehên qamûyê xapandin li dijî 34 navendên tibê yên taybet operasyona ku navenda wê Şanliurfa ye hatibû lidarxistin. Ji 34 bersûcên ku di operasyonê da hatibûn binçavkirin 25 jê sewqî edliyeyê kirin.
Li gorî agahiyê, bi destê Serdozgeriya Komarê ya Şanliurfayê va der heqê 34 navendên tibê yên li Şanliurfa, Diyarbekir, Mêrdîn û Adiyamanê da ji ber îdiaya "bi awayekî xeyalî qeydên mianê çêkirin û dem û dezgehên dewletê pê xapandin, bi awayekî bêusûl ji Dezgeha Ewlekariya Sosyal (SGK) ra fatora birîn, ruşwet dan peywirdarên qamûyê da ku rêjeya jêqutkirina SGKyê berjêr bikin" operasyon pêk hatibû û 34 berşik hatibûn binçavkirin. Miemeleya van berşikan a li emniyetê kuta bû.
Ji berşikan 9 kes ku di navê da personelê SGKyê, xwediyên navendên tibê, xebatkarên wê û bijîşk jî hene, piştî wergirtina îfadeyê bi telîmata dozgeriyê hatin berdan, ên din jî tevî tevdîrên ewlekariyê sewqî edliyeyê kirin.
Bi destê Serdozgeriya Komarê ya Şanliurfayê va di çarçoveya lêpirsîna der heqê 34 navendên tibê yên li Şanliurfa, Diyarbekir, Mêrdîn û Adiyamanê da di 20ê hezîranê da operasyon hatibû lidarxistin, 34 kesên ku di navê da personelê SGKyê, xwediyên navendên tibê, xebatkarên wê û bijîşk jî hene hatibûn binçavkirin.