17 Îlon 2016•Rojanekirin: 17 Îlon 2016
ERZURUM
Serokwezîr Bînalî Yildirim got ku "Têkoşîna me ya dijî terorê bi biryardarî berdewam dike. Dê bi tu awayî paş de gav neyê avêtin û nekevin rehawetê. Li her bostek erdê vî welatî dê welatî bikarin ku rehetî biçin û bên. Dê bikaribin ku wir bijîn û karê xwe bikin. Heta ku ev şert û merc bê pêkanîn dê operasyon berdewam dikin."
Yildirim, Walîtiyê Erzurumê ziyaret kir û bi Walî Seyfettîn Azîzoglu, Serokê Şaredariya Mezin Mehmet Sekmen û Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Kamîl Karabork re ji çapemeniyê re girtî civîn kir.
Yildirim piştî ziyaretê li ber derê walîtiyê daxuyanî da rojnamevanan û bi bîr xist ku duh êvarê êrîş birin ser Çiyayê Tendurekê û herêma baregehê ya li Bazîda navçeya Agiriyê.
Yildirim got ku di êrîşê de 8 gundparêz û 2 eskerên li jendirmeyê peywirdar şehîd ketin û wiha axivî:
"Eskerên me yên birîndar hene. Me 2 şehîdên xwe bi diayan li Erziromê şandin bajarên wan. Me bi parlementerên xwe re îştirakê merasimê kir. Me derfet dît ku em xaziyên xwe yên birîndar li nexweşxaneyan ziyaret bikin. Rewşa birîndarên me baş e. Gundparêzên me yên berwext jî piştî ku rapora wan a tibê edlî hat temamkirin şandin bajarên wan."
- "Di têkoşîna dijî terorê de paş de gav neyên avêtin"
Yildirim diyar kir ku biryardariya wan a di têkoşîna dijî terorê berdewam dike û qal kir ku dê tu carî paş de gav neavêjin û nekevin rehawetê.
Yildirim wiha axivî: "Welatiyên me dê li her bostekî vê axê bi rehetî bikarin biçin û bên. Dê bikarin wir bijîn û karê xwe bikin. Heta ku hemû şert û merc bên pêkanîn dê operasyon berdewam bikin. Em ê sibê biçin Dogubeyazida Agiriyê û yekîneyên xwe yên ku wir operasyonan dikin ziyaret bikin. Em ê sersaxî bidin xizmên gundparêz û şehîdên xwe."
Yildirim pişt re Şaredariya Mezin a Erzurumê ziyaret kir.
Ziyaret ji çapemeniyê re girtî hat kirin.