Ji cejna qurbanê re çend roj man û meydana Erzurumê jî qerebalix bû.
Di meydanê de kesên ji der û dora Erzurumê heywanên xwe anîne bifroşin û yên ku dixwazin qurbana xwe erzan bikirin, bazariyê dikin.
Bihayê pezan di navbera 350 û hezar û 200 lîreyan de, bihayê dewaran jî di navbera 2 hezar û 7 hezaran de diguhere.
Serokê 2emîn ya Odeya Xandar, Heywandar û Şirfiroşan Îhsan Bozkir, ji nûçegîhanê AAyê re daxuyand ku heta roja sêyem a cejnê sewqîyata heywanan a bajarên rojavayê dê dewam bike.
Bozkir got ku di nav gel de tê gotin ku heywanên Erzurumê nexweş in, lê ev ne rast e.
Bozkir wiha axivî: "Di heywanên Erzurumê de îsal nexweşî tune. Du meh berê dema ji bajarekî din ji navçeya Azîziyeyê heywan hatin sewqkirin, di hin heywanan de nexweşî hatin tespîtkirin. Lê Midûriyeta Bajêr a Çandiniyê 10 rojan ew heywan aşî kirin û hildan bin karantînayê û ev pirsgirêk ji holê rabû. Her kes dikare bi rehetî heywanan ji Erzurumê bikire, nexweşî tune."
- İthalkirina heywanan
Bozkir got ku ji derveyê welêt ithalkirina heywanan dê zirarê bide kesên ku heywanan xwedî dikin û dibe ku hin kes dev ji xwedîkirina wan jî berdin.
Bozkir daxuyand ku heke li welêt salekî heywanên mê neyên serjêkirin, dê hejmara wan zêde bibe û tevdîrên ku tên dîtin ve jî heywandarî dê car din zêde bibe.