Abdullah Tel
26 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2018
ŞANLIURFA
Hat ragihandin ku Warê Dîrokî yê li Herana navçeya Şanliurfayê ya di Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cih digire wê bê pere be.
Midûriyeta Çand û Tûrîzmê ya Bajêr daxuyanî weşand û ragihand ku li devera Warê Dîrokî yê Heranê lêkolîn dewam dikin. Hat bibîrxistin ku ewder ji salên 6 hezarî yên Berî Mîladê heta niha wek war hatiye emilandin û di heyama Asûrî û Emewiyan da jî wek paytex hatiye emilandin.
Daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo ziyaretvan rihet bikin ji îro pê va wê li wî warê dîrokî ji ziyaretvanan pere neyê xwestin û gera li wir wê bê pere be.