02 Tebax 2016•Rojanekirin: 04 Tebax 2016
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê, welatiyên ku ji ber bûyerên terorê mexdûr bûn li hemberî Serokê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Parlementerê HDPê Mehmet Alî Aslanê ku ew ziyaret kirin, bertek nîşan dan.
Serokê Şaredariyê Turk û Parlementer Aslan piştî rakirina qedexeya derketina derva a qismî ya ku ji 14ê adarê va dewam dikir, esnaf û welatiyên herêmê ziyaret kirin.
Esnaf û welatiyan li hemberî Turk û Aslanê ku herêm ziyaret kirin bertek nîşan da.
Ji welatiyên herêmê yek ji Turk ra got ku ew heqê xwe dixwazin û wiha dewam kir: "Bila guh bidine me. We em kirin mihacir, we em rezîl û perîşan kirin. Em kurdayetiya bi vî şiklî naxwazin."
Ji esnafan yekî jî got: "Hewce nîne ku kes qala mexdûriyeta xwe bike. Eha va ye hertişt li meydanê ye. Xwedê heqê me nehêle."
Ji ber bertekên niştecihên herêmê Turk û Aslan vegeriyan.