02 Tebax 2016•Rojanekirin: 02 Tebax 2016
KONYA
Serokwezîr Bînalî Yildirim diyar kir ku aboriya Tirkiyeyê li ser piyên xwe ye nîqeke piçûk jî lê neket û wiha got: "Ev jî zora hin kesan çûye û gotine 'em ê vê jî di nav notên xwe da binivîsînin', bira binivîsînin. Lê belê em li gor notên hin kesan li piya nînin. 79 milyon welatiyê me not daye me. Çito da? Wê rojê revîn pêşiya bankeyan, dowîzên xwe hûr kirin, lîstika wan xirab kirin û di ber wan da hîştin."
Yildirim bi telekonferansê beşdarî meydanan bû û xîtabî welatiyên ku "nobeda demokrasiyê" digrin kir.
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku ji 15ê Tîrmehê virda welatiyan çiraya demokrasiyê vêxistin û meydan tijî kirin.
Yildirim got derbekaran dixwest ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bikujin, meclisê bombe bikin û xwestin ku hikûmetê ji holê rakin û wiha pê da çû: "Hewl dan ku têkiliya me ji gel bibirin. Minafiq di vê mijarê da serkeftî nebûn. Bi çekên gel êrîşî îradeya gel kirin lê belê bi îzna Xwedê û hewla gel va me daxwaza derbekaran berhewa kir. Em li ser piyên xwe ne. Miletê me bi hemû rengên xwe va li kûçe û kolanan e.
Yildirim diyar kir ku bi hemû cudahiyên xwe va milet li demokrasiyê xweyî derket, li Tirkiyeyê xweyî derket û 79 milyon derkete kûçe û kolanan û li pêşeroja xwe xweyî derketin.
Yildirim destnîşan kir ku Tirkiye li hember FETOyê bû yek û wiha got: "Bi rakirina balafiran xwestin gel bitirsînin. Lê gel li hember derbekaran li ber xwe da û li hember bombe û êrîşan sekinî. Ala û îradeya gel nedan binpêkirin. Gelê me di vê pêvajoyê da xwedî li demokrasî û îradeya neteweyî derket. Dewlet û alaya xwe teslimî hêzên biyanî nekir."
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku şeva tarî bi gotinên Serokomar Erdogan ronî bû û wiha dewam kir: "Serfermandar Recep Tayyîp Erdogan wiha got 'Dakevin kuçeyan û li hember derbekaran li ber xwe bidin. Em îradeya gelê xwe teslimî derbekaran nakin.' Gel li hember tankan sekinî."
Yildirim destnîşan kir ku Tirkiye dewleta hiqûqê ye û got ku hiqûq dimeşe û kesên ku qesta hiqûqê kirin wê bên cezakirin.
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku wê derbekar bên cezakirin û wiha got: "Lê dema cezakirinê da em ê bi hestên tolhildan û neyartiyê tevnegerin. Em ê di çarçoveya edaletê da hesab bipirsin."
Yildirim got ku bi saya reformên kirin rewacê ewlehî û artêş wê xurtir bibe û wiha dewam kir: "Ez careke din şehîtên me, egîdên me yên demokrasiyê û gaziyên me li vê derê bi rehmet bi bîr tînim. Emê heta hetayê li emanetê şehîdên xwe xwedî derbikevin. Bi qanûnên ku me kir rewacê va malbatênb şehît û gaziyên xwe hilda bin baskê dewletê."
- "Aboriya me sipîsax li ser xwe ya"
Serokwezîr Yildirim ragihand ku aboriya Tirkiyeyê di derbeya 15 tîrmehê da ji merheleyê xweş derbas bû û wiha pê da çû: "Aboriya me sipîsaxlem li ser xwe ye. Tu zirar neqewimî. Hemû kes jî ji ber vê yekê aciz bûn, tişt nabe gotine 'em notê wan daxin' lê em bi xêra notên hin kes didin va ne li ser piya ne. 79 milyon welatiyan nota me daye. Çawa dan ew roj bazdan bankeyan dowîzên xwe hûr kirin û mirazê wan di çavên wan da hiştin."
- "Tirkiye niha ji beriya 15 Tîrmehê xurttir e"
Yildirim ji welatiyan xwest ku bila ew qada vala nehêlin û lewra di qadên din da çi hewce be ew dikin û axaftina xwe wiha domand: "Emê dînê xwe jî li hemberî van îstismaran biparêzin. Bi îzna Xwedê emê li dinê xwe jî xwedî derkevin. Mirovên delal ên welatê min, parêzvanên îradeya neteweyî û welêt, bila Ewropa bibihîze, dinya bibihîze, hemû neyarên Tirkiyeyê bibihîzin Tirkiye niha li gor beriya 15 tîrmehê bi hêztir e. Meclisa me xurt bûye, saziyên me yên siyasetê îro zêdetir xwedî rumetê ne. Demokrasiya me îro bi hêztir e, dewleta hiqûqê xurt bûye. Tirkiye li ser piya ye. Xwedê ji we hemûyan razî be."