ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê beşdarî Civîna Aboriya Payebilind a Veberdêrên Navneteweyî bû û li wir der barê rojevê de axivî.
Erdogan der barê hewla derbeyê ya FETOyê da wiha got: "Ev bûyer tenê di nav welêt da nehatiye plankirin. Ez bi eşkereyî dibêjim, aktorên vê hewldana derbeyê di nav welêt da ne, lê senaryoya wê li derva hatiye nivîsandin."
- "Ev demokrasiyeke çawa ye?"
Erdogan got ku hin welatên Ewropayê agahiyên xelet didin û reklamên şaş dikin û wiha dewam kir: "Hin welatên Ewropayê di balafirgehên xwe de mixabin reklamên ku dibêjin "Neçin Tirkiyeyê, çûyîna we wê Erdogan xurttir bike" dadiliqînin. Ev demokrasiyeke çawa ye? Ez ne serokomarekî ku bi derbeyê ve hatiye li ser kar im. Ez serokomarekî ku ji sedî 52 bi raya gel ve hatiye li ser wezîfeyê me."
- "Heke ew li dijî teror û derbeyan tevnegerin wê rojekê li welatê wan jî çêbibe"
Serokomar Erdogan got ku divê raya navneteweyî jî li dijî teror û derbeyan derkeve û wiha dewam kir: "Heger li derekê teror hebe, divê em bêtirs li hember derkevin. Heger raya navneteweyî li dijî teror û derbeyên wiha helwesteke hevbeş nîşan nede, li qisûrê mêze nekin, wekî bûmerangê dizivire û rojekê li welatê li welatê wan jî dikeve."
- "Canê wan wek ê me naşewite"
Erdogan got ku hê gelek tişt hene ku divê bên kirin û wiha pê de çû: "Niha em dikevin pêvajoya asayîbûnê. Hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê mînaka herî dawîn a bixwîn û bêbext a êrîşên biçek û bêçek e. Pirsa min ev e; Rojava li vê derê piştgiriyê dide terorê an na? Rojava li cem demokrasiyê ye an li cem derbe û terorê ye? Mixabin ev Rojava piştgiriyê dide terorê û li cem derbeyan e. Canê wan wek ê me naşewite. Lêbelê canê me dişewite. Ez mecbûr im bi awayekî eşkere bêjim ku mîna têkoşîna me ya dijî rêxistinên din ên terorê, di dema hewldana derbeyê û qonaxa piştî wê da jî piştgiriya ku me ji dostên xwe hêvî dikir, me nedît. Ji ber îfadekirina vê ez li ber xwe dikevim. Seba dîtina vê rastiyê, têrê dike ku mirov bi tenê li bertekên dema hewldana derbeyê û qonaxa piştî wê mêze bike."
- "Heta ku ev bawerî hebe, derbe nikarin tiştekî bi vî gelî bikin"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku li nexweşxaneyê çûye serdana welatiyê bi navê Sabrî ku di dema hewla derbeyê da xwe avêtiya ber paletên tankan û wiha xeberda: "Dema li ser têlefonê bi Sabrî ra diaxivim, wekî ku tiştek pê nehatiye dibêje 'Reîsê min, tu baş î, tu ji min ra wê bibêje. Ez baş im.' Dibêje 'hekîm û hemşîre baş li me dinihêrin.' Heta ku ev bawerî hebe, derbe nikarin tiştekî bi vî gelî bikin."
- "Hemû belge û delîl li holê ne"
Erdogan got ku li ber rewşa derasayî mudaxele li aboriyê nehatiye kirin û wiha dewam kir: "Wê mudaxele neyê kirin. Li welatê me rewşa derasayî li gor prosedurên Yekîtiya Ewropayê tê birêvabirin. Kesên ku haya wan ji dinyayê tuneye û der barê kesê li Amerîkayê, yê bi navê Feto da dibêjin, 'em nizanin ka failê vî karî ye, serkêşiya vî karî kiriye yan na.' Hemû belge û delîl li holê ne."
- "Li welatekî ku lê demokrasî heye derbe dibe"
Serokomar Erdogan behsa kesên ku di hewldana derbeyê de mirine kir û wiha got: "Li welatekî ku lê demokrasî heye derbe dibe, hetanî vê gavê 238 şedên min hene û qasî 2 hezar û 200î jî birîndarên min hene. Hê jî tu radibî dibêjî 'Em di fikaran da ne'. Tu çawa radibî û rûyê xwe yê şewqetê nîşanî kiryarên vê didî? Ma tiştekî wiha qet dibe? Em ê tu carî ji gavên ku diavêjin tawîzê nedin. Lewra em, xêncî îstisnayan, heke gunehê xwe bi van derbekar û kujeran bînin emê têkevin halê gunehan. Em ê vê nekin."
Der barê xebatkarên kamuyê yên ku ji wezîfeyê hatin dûrxistin de jî Erdogan wiha agahî da: "Li welatê me qasî 3 milyon û 340 hezar xebatkarên kamuyê hene. Di lêpîrsînên dawîn de 62 hezar kes ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Divê neyê jibîrkirin ku piştî lêpîrsîn û darizandinê ji van kesan yên ku îdiayên der barê wan de ne rast in, wê cardin vegerin ser wezîfeyên xwe."
- "Hewce bû ev gav bê avêtin"
Ji bo rewşa derasayî û xebatên ku tên kirin de jî Serokomar Erdogan wiha axivî: "Em mecbûr in ku du tiştan pêk bînin. Yek jê, ev rewşa derasayî ya ku me ragihandiye, bi kêrî çi hatiye an jî bi kêrî çi tê? Bilezkirina şixulandina dewletê. Dema ku em lezê didin vê, me ji aliyekî jî pêvajoya jinûvasazkirina dewletê da destpêkirin. Dudu, me pêvajoya jinûvasazkirina Hêzên Çekdar ên Tirkiyê da destpêkirin. Pêdawistiya me bi vê hebû. Hewce bû ev gav bê avêtin. Heger em vê gavê nevêjin, wa ye ev FETOyî, metoyî dê hêzên me yên çekdar dagîr bikin û paşê jî dê berê firoke, tang û topên ku bi bacên milet hatine sitandin, dîsa vegerînin milet. Em mecbûr in vê gavê bavêjin."
- "Divê em îstixbarateke xurt ava bikin"
Serokomar Erdogan got ku rêxistinê xwestiye ku teşkîlata îstixbaratê xera bike û wiha dewam kir: "Divê em îstixbarateke xurt ji bo çalakiyên vê rêxistinê ava bikin. Bawer bikin li saziyên me yên din jî bûyera ji wezîfeyan dûrxistinê wê encamên erênî derxe holê. Mesela em ê TÎBê bigrin. Lewra ji cihên ku hemû xirabî lê hene yek jî ew der e. Piştî ku me ew der girt, em ê hemû xebatkarên li wir, li gor amadehiyên ku me kirine binirxînin. Ji ber ku rêxistinê beriya her tiştî xwest teşkîlata îstixbaratê xera bike, îstixbarata derbeyê zû nehat hildan. Hûn dizanin tenê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî tuneye, Îstixbarata Ewlehiyê û Îstixbarata Cendirmeyan jî heye. Ev rêxistinên îstixbaratê meqamên eleqedar hişyar nekirine û heta neyartî kirine."
Erdogan Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî rexne kir û wiha got: "Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî behs dike û dibêje ku ew îşkenceyê dikin. Li cem me îşkence tune. Dibe ku dema rageşiyê ser û guhê wan xistibin. Heke li wan nexistana jî wanê polêsên me bikuştana. Ma ew ê bibêje "Min bikujin", wê xwe neparêze? Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li Londrayê tespîtan dike. Heke misqalek jî heysîyeta we hebe, divê hûn werin Tirkiyeyê û li parlamentoyê, li tevgera taybet û li midûriyeta ewlehiyê bigerin. Divê hûn paşê herin nexweşxaneyan û xaziyên me ziyaret bikin û bibînin ku kî çi li kê kiriye."
news_share_descriptionsubscription_contact
