Haydar Şahin
31 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 01 Tebax 2018
ANKARA
Hamî Aksoyê Berdevkê Wezareta Karên Derva got ji ber bûyerên roja înê li Moxolistanê qewimîn û wekî operasyona revandinê hatin nîşandan zehf aciz bûn û wiha axivî: "Ev îdia rast nînin û em red dikin. Me Balyozê Moxolistanê yê Enqereyê gazî Wezaretê kir, jê ra qala mijarê kir û awayê nirxandina meqamên Moxolistanê protesto kir."
Aksoy pirsa li ser xeberên sazîbûna Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya li Moxolistanê bersivand û diyar kir ku FETO li Moxolistanê zehf mezin bûye û ji bo ewlahiya welêt bûye tehdîda terorê.
Berdevk Aksoy destnîşan kir ku fikar û hêviyan bi meqamên Moxolistanê ra parve dikin û got hêviya darizandina endamên FETOyê heqê wan e lêbelê gavên li dijî FETOyê yên li Moxolistanê di rayeya hikûmeta Moxolistanê da ne.
Aksoy bal kişand ku Tirkiye tevlî tevdîrên ewlehiya navxweyî ya welatên din nabe û wiha pê da çû:
"Geşedanên roja înê li Moxolistanê qewimîn wekî operasyona revandinê hatin teqdîmkirin, em ji vê zehf aciz bûn. Ev îdia rast nînin û em red dikin.
Me Balyozê Moxolistanê yê Enqereyê gazî Wezaretê kir, jê ra qala mijarê kir û awayê nirxandina meqamên Moxolistanê protesto kir.
Kampanyaya rûreşkirinê ya ku FETOyê li Moxolistanê meşand ji ber ku derew û panîpuleya rêxistinê nîşan didin ji bo dostên me yên Moxol hişyariyeke mezin e.
Hêviya me ew e ku meqamên Moxlistanê li dijî rêxistina terorê û şaxên wê yên li Moxolistanê gavên lazim dikin biavêje."