Elif Orhan
18 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2018
ANKARA
Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul dê bibe mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA).
Gul dê li Maseya Edîtoran a AAyê ya ku dê sibê di saet 10.00ê de dest pê bike bersiva pirsên der barê rojevê de bide, der barê geşedanên demên dawîn de nirxandinan bike.
Daxuyaniyên Wezîr Gul dê ji ser "www.aa.com.tr"ya malpera AAyê bê weşandin û ji ser "@anadoluajansi" hesabê Twîtterê û hesabên din ên çapemeniya civakî bên weşandin.