Elif Orhan
18 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2018
DIYARBAKIR
Ji bo malên ku Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê li Sûra navçeya Diyarbekirê ji bo malbatên mexdûrên terorê hatin avakirin pêşka 6em hat kirin.
Ji bo ku tehrîbata ku mensûbên PKKya rêxistina terorê 3 sal beriya niha li Sûrê bi çalên ku kolan, barîqatên ku danîn û teqandina teqemeniyên ku bi cî kiribûn bibûn sedem ji holê bê rakirin di serî de Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê û TOKÎ xebatên ku saziyên eleqedar dabûn destpêkirin bi lez didomin.
Di vê çarçoveyê de ji bo diyarkirina xwediyên 723 avahiyên ku li Taxa Çolguzeliyê ji bo mexdûrên terorê yên li navçeya Sûrê hatin çêkirin li Navenda Kongreyê ya Şaredariya Mezin di hizûra noter de pêşk hat kişandin.
Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê bi destê TOKÎyê 666 jê 3 ode û hêwanek, 94 jê 2 ode û hêwanek bi tevahî 760 mal dan çêkirin ji van malan mifteya 723 heban teslîmê xwediyên wan hatin kirin.
- "Me hemû planên îxanetê yên rêxistina terorê xira kirin"
Waliyê Diyarbekirê Hasan Basrî Guzeloglu beriya pêşkê axivî û got ku aramî û ewlehiya ku PKKya rêxistina terorê û hevkarên wan bi çalên ku kolan xira kirin ji nû ve hat avakirin û li Diyarbekirê "diyarê hizûr" heye.
Guzeloglu got ku heyameke ku malên hati xirakirin û dîroka hat xirakirin ji nû ve tê îhyakirin diqewime û wiha axivî:
"Piştî tiştên ku li Sûrê qewimîn ji bo ku vê texrîbat, îxanet, xirakirinê ji holê rakin me ji milyarek lîreyî zêdetir pere xerc kir. Bila helal be, em ê bêtir bikin ji vê zêdetir jî bikin. Ji ber ku em difikirin ku Diyarbekira ku dijî terorê ev helwest nîşan da û hûn her cure xizmetê heq dikin. Îro jî em ê pêşka malên ku hûn dê bi aramî tê de rûnin bikin. Em gihan ji sedî 90ê welatiyên me yên ku li navçeya Sûrê hatin mexdûrkirin û xwedî maf in. Ji sedî 10ê ku maye jî welatiyên me yên ku weraseta wan nehatiye temamkirin in. Dema mehkemeyên xilas bibe em ê bi wan re jî rûnên û li hev bikin."
Midûrê Jîngeh û Bajarvaniyê Ufuk Nurullah Bilgîn jî der barê xebatên îhya û avakirinê yên ku heta îro ji aliyê Wezareta Jîngeh û Bazirganiyê ve li navçeya Sûrê hat kirin de agahî dan.
Piştî axaftinan Walî Guzeloglu bi pêşkê mifteyê mala Abdurrahman Emsen dayê.
Guzeloglu gote Emsen ku mala te bi xêr be.
Pişt re Serokê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Cumalî Atîlla, Qaymeqamê Sûrê Abdullah Çîftçî, Midûrê Ewlehiya Bajêr Tacettîn Aslan, Serokbajêrê AK Partiyê Suleyman Serdar Budakê ku tevî bernameyê bibûn ji welatiyan pêşk kişandin.