Nihat Kavşut
29 Nîsan 2017•Rojanekirin: 30 Nîsan 2017
ANKARA
Li gor agahiyên ji Wezareta Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê hatin hildan, hişyarî dane Wikipediayê bona hin agahî û naverokên xwe yên Tirkiye û hin komên terorê wekî hev û di nav hevkariyê da nîşan didin, rake.
Rayedar destnîşan dikin bi Wikipediayê ra qanalên diyalogê vekirî hiştine, lê dîsa jî Wikipediayê guh nedeya hişyariyan û agahî û naverokên navborî ranekirine.
Tê destnîşankirin di hin nivîs û şiroveyên Wikipediayê da Tirkiye û hin komên terorê wekî hev û di nav hevkariyê da tên nîşandan.
Hat destnîşankirin ji ber sedema "Wikipedia di ciyê ku dijî terorê hevkariyê bike tê da agahiyên Tirkiyeyê li civaka navnetweyî reş dikin hene û bûye ciyê kampanyaya hin derdoran" hatiye qedexekirin.
Tê diyarkirin tevî hin biryarên mehkemeyê heger daxwazên Tirkiyeyê bi cî werin wê qedexeya li ser malperê bê rakirin.