Ramazan Turgut
13 Sibat 2017•Rojanekirin: 13 Sibat 2017
MANAMA
Serokkomarê Recep Tayyîp Erdoganê ku bi seredaneke resmî çû Behreyê ji aliyê Qralê Behreynê Hemen bîn Îsa El Xelîfe şayanî "Xelata Şêx Îsa bîn Selman El-Xelîfe" ku xelata herî payebilind e li welatî hat dîtin.
Di merasima xelatdayînê de Qralê Behreynê Hemen bîn Îsa El Xelîfe axaftinek kir û got: "Hûn bixêr hatin welatê xwe yê duyem Behreynê. Em kêfxweş in ku we li vê derê diezimînin."
El Xelîfe diyar kir ku ev seredan îsbatkirina têkiliyên birayane, dirêjxayen û kûr in, wiha axivî:
"Serokkomarê hêja, ji bo Tirkiye bibe welatekî mînak hûn bênavber dixebitin. Em hewldanên we yên ji bo aştî, xweşbînî û geşedanê bi eleqe û teqdîrê taqîb dikin û diecibînin. Xizmetên we ji ummeta Îslamê re kiriye, xebatên we yên payebilind, helwesta we ya bihêz cihê rêzê ne. Ji bo cehda we ya di rêya parastina hêjahiyên însanî de em wek xelk û dewleta Behreynê nîşaneya herî payebilind Xelata Şêx Îsa bîn Selman El-Xelîfe teqdîmî we dikin. Em bi pêşkêşkirina vê xelatê serbilind in."