28 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2016
ÎSTANBUL
Hat ragihandin ku Ahmet Kemal Ayê xwediyê hesaba Twîtterê ya bi navê "JeansBîrî" yê ku bi hinceta ku di çapemeniya civakî de etîketa "Aksîlahlanma" vekiriye û vê kiriye wek kampanyayê der heqê wî de ji ber sûcê "Endamtiya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO)" biryara girtinê hatibû derxistin li Gazîentabê hat binçavkirin.
Ahmet Kemal Ayê ku piştî biryara girtinê ya ku di çarçoveya daxwaza Buroya Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de ji aliyê Dadgeriya Cezaya Silhê ya 7emîn ve hat derxistin lê digeriyan li navnîşana xwe ya li Elazigê nehat dîtin.
Li ser agahiya gumanbar li Gazîentabê ye polêsan xebatên xwe yên li wê bajarê zêde kirin û li navnîşaneke li Taxa Karataşê ya navçeya Şahînbeyê Ahmet Kemal A binçavkirin.
Tê payîn ku gumanbar bînin Stenbolê.
Buroya Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li ser îxbara ku ji ser hesaba Twîtterê ya bi navê "JeansBîrî" etîketa "Aksîlahlanma" hatiye vekirin û kampanya dane destpêkirin lêpirsîn dabû destpêkirin û hatibû tespîtkirin ku xwediyê hesabê Ahmet Kemal Ayê ku li Elezîzê li Koleja Yevuz Selîm a Taybet a ku piştî teşebûsa derbeyê ya FETO hat girtin de wek mamoste dixebite ye.
Dozgeriyê tespît kir ku Ahmet Kemal A piştî teşebûsa derbeyê ya 15ê temûzê ji Elezîzê çûye û xwestibû ku der heqê vê kesê de biryara girtinê bê derxistin, Dadgeriya Cezaya Silhê ya 7emîn a Stenbolê jî ev daxwaza nirxandibû û biryar dabû ku der heqê gumanbar de ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" biryara girtinê bê derxistin.