GAZÎANTEP
Li Gazîentaba ku ji hêla xwarinan ve bi nav û deng e êdî ji ber ku bihar hat, kebabên bi fêkiyan ve tên çêkirin li xwaringehan tên amadekirin.
Alîkarê Serokê Komeleya Karsaz û Nanpêjên Profesyonel ên Gazîentabê Kenan Ok ji nûçegihanê AAyê de daxuyand ku li Entabê 480 cure xwarin tên çêkirin.
Ok got ku ji bilî van xwarinan kebabên bi karî, sêv, bihok û alûceya Maltayê ve tên çêkirin jî hene û wiha axivî: "Ji ber ku êdî bihar hat aşpêz van kebaban jî çêdikin. Yên ku metel dimînin dibêjin 'ma bi fêkiyan ve jî kebab dibin?' Herî zêde jî di meha nîsanê de em van kebabên taybet çêdikin."
- Tahmeke cuda: "Kebaba kemeyê"
Ok wiha dewam kir: "Cureyek karî ya ku jê re dibêjin 'keme' jî biharê digîhîje û li gor goştê sor zêde biproteîn e. Keme bi sewzeyan ve xweş tê çêkirin û xwedî tahmeke cuda ye. Kebaba kemeyê wiha tê çêkirin. Keme ewil baş tê şuştin û bi kêrê ve qalikê wê tê jêkirin. Paşê biçûk biçûk tê hurkirin. Bi alaveke taybet ve tê qulkirin û perçeyek qîme û perçeyek keme bi şîşan tê rêzkirin. Pişt re li ser agirdankê tê pijandin."