30 Gulan 2016•Rojanekirin: 31 Gulan 2016
HAKKARİ
Li Yuksekovaya navçeya Hekkariyê karûbarê tesbîtkirina zirara ku ji ber operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê çêbibûn, didome.
Li gorî agahiyan, cadde û kolanên Yuksekova ji ber kort, barîkat û teqemniyên veşartî bûne kavil.
Hêzen ewlekariyê piştî xilasbûna operasyonan dest bi xebatên lêgerîna teqemeniyan kir û herwiha tîmeke 100 kesî jî ku ji aliyê Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê va hatiye wezîfedarkirin dest bi karûbarê tesbîtkirina zirarê kir.
Hat tesbîtkirin ku gelek xaniyên welatiyên ku ji ber terorîstan navçe terk kiribûn, ji aliyê endamê rêxistinê va bûne mewzî. Terorîst ji dîwarên qulkirî yên va xaniyan va gulleyan bera polêsan didin.
Bi taybet li hinek xanî û avahiyên taxên weke Cumhuriyet, Orman, Mezarlik, Eski Kişla, Yeni, Yeşildere, Esentepe, Gungor û Dizeyê ji aliyê terorîstan va bûne çeper û mewzî.
Di çarçoveya karûbarê Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê da wê avahiyên ku gelek zirar gihiştiye wan wê bên rûxandin yên mayî jî wê bêne nûjenkirin. Herwiha Serokatiya Karûbarê Dînî jî wê mizgeftên ku zirar dîtine nûjen bike û ji îbadetê ra veke.
Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî jî wê di alîkariya wan malbatên ku ji ber êrîşên terorê navçe bi cih hiştibûn, berdewam be. Herwiha wê Bankaya Halkê derfeta kirediya bê faîz bide welatiyan.