Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di çalakiyên ku bêdestûr hatin lidarxistin de kesek mir.
Par di 6ê berfanbarê de li navçeyê hin bûyer qewimîbûn û Veysel Îşbîlîr, Mehmet Reşît Îşbîlîr û Bermal Tokçû miribûn. Komeke ku xwest di salvegera mirina wan de wan bibîrbîne çalakiya bêdestûr lidarxist.
Kolana Cengîz Topel, Xaçerêya Sabanci, rêyên li taxên Yenîmahalle, Yeşîldere, Esenyûrt û Esentepeyê jî ji aliyê çalakvanan ve bi barîkatan ji çûn û hatinê re hatin girtin.
Çalakvanan bi kevir, molotof û fişekên hewayî ve êrîşî polêsan kir û polêsan jî bi av û xaza îsotê bersiv da. Di bûyerên ku li Taxa Esenyûrtê qewimîn de kesekî ku hêj navê wî nehatiye eşkere kirin bi guleyê birîndar bû.
Birîndarê ku bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yuksekovayê mir.
Piştî mirina wî kesê polêsan li Taxa Esenyûrtê dest bi lêkolîneke berfireh kirin û li ber derê nexweşxaneyê jî tewdîrên berfireh girtin.