Türkan Tosun
08 Sibat 2018•Rojanekirin: 11 Sibat 2018
BITLÎS
Navenda Ciwaniyê ya Hîzanê di çarçoveya 'Projeya Navenda Min Li Her Derê ye' de hunera ebrûyê bi zarokan da nasîn.
Xebatkarên navendê li baxçeyê Mala Mamosteyan a Hîzanê bi zarokan re hatin bal hev.
Beriya çêkirina ebrûyê xebatkarên navendê bi zarokan re hinekî sohbet kir.
Piştî sohbetê hunera ebrûyê hat nasandin û zarokan ebrû çêkir.
Midûrê Navenda Ciwaniyê ya Hîzanê Erkan Doymaz daxuyand ku armanca wan ew e ku xebatên navendê ji nav çar dîwaran derkeve û bigihêje ciwanan.
Doymaz wiha axivî: "Di çarçoveya projeyê de emê xwe bigihînin hemû zarok û ciwanên me. Me biryar da ku em bi wan re dema xwe derbas bikin. Armanca me ew e ku em bi saziyên civakî yên sivîl ra hevkariyê bikin û xwe bigihînin zarokên li herêmên din dijîn."