08 Sibat 2018•Rojanekirin: 08 Sibat 2018
BITLÎS
Li Bidlîsê di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê ya cudakar da sitargeh û holikên ku terorîstan dixebitandin hatin îmhekirin.
Li gor daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn, ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr li herêma Daristanên Onakê ji bo dîtin û berterefkirina mensûbên rêxistina terorê ya cudakar, îmhekirina sitargeh û parêzgehên wan operasyon kir.
Di lêgerîn û kontrolê da teqemeniyên destçêkirî yên ku hatin bidestxistin, 350 mêtre qablo û alavên curbecur ên jiyanê û 9 "çalên nêçîrvanan", 3 sitargeh û 2 holik bi kontrolî hatin îmhekirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku hêzên ewlehiyê bi piştgiriya gelê herêmê va ji bo peydakirina hizûr û asayîşê wê li giştiyê bajêr têkoşîna ku bi terorîstan ra dide wê bi biryardarî bidomîne.