İbrahim Atmaca
19 Hezîran 2018•Rojanekirin: 19 Hezîran 2018
KIRKLARELÎ
Li Trakyaya ku piraniya pêdiviya Tirkiyeyê ya gulberojkan jê tê, tovên gulberojkan kulîlk dan û zevî bi rengê zer va xemilîn.
Li herêmê gulberojkên ku tovê wan zû hat danîn, kulîlk dan, yên ku dereng hatin danîn jî hêşîn dibin.
Zeviyên gulberojkan bi zer û kesk va xemilîn û dema ku roj diçe ava jî rengên xweşiktir dertên holê.
Gulberojk bi derketina tavê ra serê xwe bilind dikin û mêş û mozên ku polenan berhev dikin jî li ser kom dibin.
Serokê Borseya Bazirganiyê ya Kirklareliyê Turhan Altinel daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku zeviyên gulberojkan hêdî hêdî bi rengê zer dixemilin.
Altinel diyar kir ku hin welatî jî diçin zeviyan û bi gulberojkan ra wêneyan dikşînin.
Altinel destnîşan kir, ew îsal li bendê ne ku xêr û bereketa gulberokjan zêde be.