05 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan çûbû ziyareta kesên ku di hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da li Kazana navçeya Enqereyê birîndar bibûn. Xaziyên hewldana derbeyê ji vê ziyareta Serokomar Erdogan gelekî kêfxweş man.
Mustafa Zorova ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gulxaneyê tê dermankirin ji peyamnerê AAyê ra qala kêfxweşiya xwe ya ji ber ziyareta Serokomar Erdogan û jina wî Emîne Erdogan kir.
Zorovayê ku piştî ziyareta Erdogan ji lingê xwe emeliyet bû got, "Birêz Serokomarê min hat, mêze kir, me sohbet kir û ji min ra şifa xwest."
Zorova diyar kir ku ew bi dîtina Erdogan bextewar bû û wiha qise kir, "Dema min ew dît dinya bû ya min. Ez pir kêfxweş bûm, Xwedê bira kêmasiya Serokomarê me nede. Ew bav e, bavê Tirkiyeyê."
Zorova destnîşan kir ku di dema ziyareta xwe da Serokomar Erdogan gelekî ji nêz va bi wî ra eleqedar bû û wiha pê da çû:
"Min got ku di lingê min da êş heye. Wî jî ji bijîşkan ra got, 'Hûnê serê her kêliyê agahiyê bidinê'. Bi wî awayî nîv saetê rûnişt û berêvarê me hevdu helal kir. Dewleta me, milet me, em hemû bibin yek. Dixwazin fitne bixin nava me. Lê heya ku Komara Tirkiyê li ser piyan be, emê ji wan netirsin."
- Qur'ana Kerîm diyarî kir
Zorova herwiha destnîşan kir ku di ziyareta xwe da Serokomar Erdogan, Qur'ana Kerîm diyarî wî kir.