04 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2016
BEXDA
Hejmara kuştiyên êrîşa li Bexdaya paytextê Iraqê gihişt 151ê û ya birîndaran gihişt 185an û ji ber êrîşa ji bo maweya 3 rojan li seranserê wêlat şîna neteweyî hat ragihandin.
Li gorî agahiyên ku ji Wezareta Tendirustiyê hatin sitendin, hejmara kesên ku di êrîşa li Kerraya girêdayî Bexdayê da jiyana xwe ji dest dan gihişt 151ê û hejmara birîndaran jî gihişt 185 kesî.
Ji aliyekî din va Serokwezîrtiya Iraqê ragihand ku Serokwezîr Heyder Ebadî ji ber êrîşa li Kerrayê ji bo maweya 3 rojan li seranserê Iraqê şîna neteweyî ragihand.
Êrîşa li Kerrayê DAEŞa rêxistina terorê girtibû stûyê xwe.