12 Tebax 2016•Rojanekirin: 13 Tebax 2016
MARDÎN
Daham Ozdemirê ku bi 3 zarokên xwe ra ji ber êrîşên terorê yên PKKê demekê berê cî û warê xwe terk kir û mala xwe ji Nisêbînê barî Qiziltepeyê kir di êrîşa ku pêr terorîstan bi wesayîta bombebarkirî va li Taxa Aştiyê kirin û tê da polêsek şehît ket û 2 sivîl mirin da birîndar bû.
Tedawiya malbata ku ev cara 2yan e rastî êrîşa terorê ya PKKê hat li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê dewam dike.
Ozdemir bertek nîşanî terorê da û got daxwaza wî ew e ku eva êrîşan bi dawî bibin.
"Sûcê van zarokan çi ye?"
Ozdemir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got roja ku teqîn çêbû bi zarokên xwe ra li kolana ku Nexweşxaneya Dewletê ya Qiziltepeyê lê ye dimeşiya.
Ozdemir destnîşan kir ku dema teqîn pêk hat ew tevlî 3 zarokên wî birîndar bûn û wiha pê da çû: "Ez û zarokên xwe giriyam lê bila êdî kesên din negirîn. Ji ber êrîşên terorî yên li Nisêbînê me çenteyek jî bi xwe ra neanî û em hatin vir. Li vê derê jî em rastî êrîşa bombeyî ya terorê hatin. Sûcê van zarokan çi ye ku ew çi dixwazin?"
Ozdemir ragihand ku ji ber êrîşê herkes mexdûr dibe û lewra ew him ji xaniyê xwe û him jî ji malê xwe bûn û di ser da jî birîndar bûn û wiha dewam kir: "Ji ber êrîşên terorî me xaniyê xwe, malê xwe û eşyayên xwe ji zaliman ra hişt. Ji bo pêşeroja zarokên xwe ez hatim Qiziltepeyê. Ez kurd im, nitala min jî kurd e. Ev êrîş nayên qebûlkirin."
Ozdemir got ku ew ji ber êrîşên terorî mexdur in û li bendê ne ku dewlet alîkariyê bide wan.