28 Hezîran 2016•Rojanekirin: 28 Hezîran 2016
DIYARBAKIR
Li Dîcleyê navçeya Diyarbekirê dema ku wesaîta polêsan derbas dibû terorîstên PKKyî bi wesaîta bombebarkirî va êrîş li dar xistin û polêsek şehîd ket û yek jê polês 7 jî kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin hildan, wesaîta polêsan dema ku ji texma Malên Kume yên li ser kolana Erganiyê taxa 27 Mayisê ra derbas dibû, terorîstan bi wesaîta bombebarkirî va êrîş kir. Di êrîşê da 1 jê xedar 2 polês û 6 sivîl birîndar bûn.
Ekîbên Servîsa Bilez a 112yê ku hatin cihê bûyerê kesên birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Dîcle û nexweşxaneyên li Diyarbekirê.
Ji polêsan yê bêkeys birîndar bûbû li Nexweşxaneya Eskerî ya Diyarbekirê dihat dermankirin tevlî hemû mudaxaleyan bi ser xwe da nehat û şehîd ket.
Ji ber teqînê mal, dikan û avahiyên derdorê zirar dîtin.
Xebat û lêkolîna dozger û ekîbên polêsan a li cihê bûyerê didome.