18 Sibat 2017•Rojanekirin: 18 Sibat 2017
ŞANLIURFA
Gungor Azîm Tunayê Waliyê Şanliurfayê destnîşan kir êrîşa terorî ya li Wêranşehrê tê da 2 kes mirin û 15 kes birîndar bûn bi destê PKKya rêxistina terorê hatiye kirin û di çarçoveya lêpirsînê da 26 kes hatin binçavkirin.
Tuna der barê bûyerê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir piştî teqîna duh êvarê li Taxa Yenîşehirê qewimî, lêpirsîn dan destpêkirin.
Walî Tuna got ku di çarçoveya lêpirsînê da tespîtkirin ku wesayîta bombebarkirî ya di bûyerê da hat înfilaqkirin ji Dêrika navçeya Mêrdînê hatiye û wiha pê da çû: "Em wisa dinirxînin PKKya rêxistina terorê êrîş kir û di çarçoveya lêpirsînê da 26 gumanbar hatin binçavkirin."
Tuna ragihand di bin banê Qaymeqamtiya Wêranşehrê da Komîsyona Tespîta Xesarê ava kirin û welatiyên ji ber êrîşê zirar dîtin dikarin serî li wê derê bixin.