18 Sibat 2017•Rojanekirin: 19 Sibat 2017
VAN
Li Gurpinarê kesên ji bo kadroya gundparêziyê serî lê xistibûn li rasta bi berf ji testa saxlemî û kondisyonê derbas bûn.
Li navçeyê ji bo 363 kadroyên gundparêziyê 603 namzedan serî lê xist. Namzed ji bo ku di ezmûna kondisyonê da têkevin dereceyê ber xwe dan.
Namzed di kontrola leşkeran da 3 kîlometre rê revîn û ji testa saxlemiyê derbas bûn.
Namzedên ku di ezmûnê da bi ser bikevin ew ê li gundên navçeyê bên îsdixdamkirin.
- Eleqeyeke mezin heye"
Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Şehîtan û Gubdparêzan Ayhan Kahraman di daxuyaniya xwe da diyar kir ku welatî eleqeyeke mezin nîşanî gundparêziyê didin.
Kahraman diyar kir ku li tevahiyê Wanê 2 hezar û 400 namzedî ji bo gundparêziyê serî lê xist.