Abdullah Tel
29 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2017
ÎZMIR
Îbrahîm Tatlisesê hunermend beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) bû û di sê kategoriyan da sê wêne hilbijartin.
Tatlises li dikana xwe ya Karabaglara navçeya Îzmirê wêneyên ji bo dengdayînê hatine pêşkeşkirin mêze kir û ji kategoriya "nûçe", "jiyan" û "spor"ê wêne hilbijartin.
Di nav wêneyên beşa "nûçe"yê da Tatlises wêneya "Li Sûriyeyê êrişên ser herêmên bêpevçûn" a ku Alaa Mohammad li Xutaya Rojhilatê ser Sûriyeyê ye kişandibû, hilbijart.

Hunermend Tatlises di qada "jiyan"ê da jî raya xwe da wêneya "Qebîleya Mûndariyê" ya ku Bruno Bierrenbach Feder li Sûdana Başur kişandibû.

Di beşa sporê da jî wêneya Mihrîcana Çanda Etnosporê" ya ku Onur Çoban kişandibû hilbijart.

Piştî hilbijartina wêneyan Tatlises diyar kir ku li bin gelek nûçeyên nav welêt îmzeya AAyê heye û gelek baş e ku di demên dawîn da tesîra xwe jî li çar aliyê dinyayê zêde kiriye.