06 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2019
ANKARA
Berdevkê Serokmariyê Îbrahîm Kalin got: "Îdiaya ku Tirkiye Kurdan dike hedef derveyî aqil e. Hedefa Tirkiyeyê rêxistinên terorê DEAŞ û PKK/PYD/YPG ne."
Kalin daxuyaniya nivîskî da û go ku mebesta têkoşîna terorê ya Tirkiyeyê, peydakirina ewlehiya neteweyî, garantîkirina aştî û îstiqrara herêmî ye.
Kalin got ku Tirkiye wê di têkoşîna terorê da bi mitefîqên xwe û welatên herêmê ra kordînasyonê bike, ewlehiya neteweyî kîjan polîtîkayê li ser ferz bike wê wan polîtîkayan bi biryardarî têxe rewacê.
Kalin diyar kir ku PYD û YPGya ku di bin kîsweya têkoşîna DEAŞê da hereket dike, şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê ye û nikare Kurdan temsîl bike. Kalin wiha dewam kir: "Îdiaya ku meriv bibêje rêxistineke terorê Kurdan temsîl dike, beriya her tiştî ji bo birayên me yên Kurd bê rêzî ye. Yek ji armanca têkoşîna Tirkiyeyê ya dijî PKK û şaxên wê yên li Sûriyeyê jî ew e ku Kurdan ji zilm û zexta vê rêxistinê xilaskirin e. Îdiaya ku Tirkiye Kurdan dike hedef derveyî aqil e. Hedefa Tirkiyeyê rêxistinên terorê DEAŞ û PKK/PYD/YPG ne."
Kalin destnîşan kir ku Tirkiye di nav birayên xwe yên Sûriyeyî da bêyî ku tu ferq û cudatiya dînî, nijadî û mezhebî bike, ji bo ku şer bi dawî bibe, ewlehî çêbibe û pêvajoya derbasbûna siyasî çêbibe wê hewlên xwe bi biryardarî bidomîne.
John Boltonê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Serokê Amerîkayê Donald Trump YPG/PKKya rêxistina terorê qest kir û diyar kir, vekişîna ji Sûriyeyê ya Amerîkayê girêdayî vê şertê ye ku Tirkiye ewlehiya "Şervanên Kurd" garantî bike û DEAŞ têk biçe.