15 Tebax 2018•Rojanekirin: 15 Tebax 2018
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Kalin: "(Aborî) Ji duh va em dibînin rewş ber bi başiyê va diçe. Hêviya me ew e ev rewş ji vir û pê da jî wê dewam bike."
"Gorî qinaeta me heger saziyên eleqedar tevdîrên xwe ji vir pê da jî bi cî bînin asayîbûna di aboriya Tirkiyeyê da wê baştir bibe."
"Tirkiye naxwaze şerekî aboriyê derkeve, lê heger êrîş bikin wê di ciyê xwe da nesekine."
"Di sala 2018an da 61 kes tevlî rêxistina terorê bûne. Di nav 30 salan da ev jimara herî kêm e."
"Bi taybetî di nav kesên ji 15 salî mezintirin da rêjeya bêkariyê di bin ji sedî 10î da ye. Niha hedefa ji sedî 9,7 bi cî hatiye. Ev jî nîşan dide di aboriyê da îstixdam ber bi başiyê va diçe."
Kalin destnîşan kir Serokomar Erdogan îro bi Merkela Serokwezîra Almanyayê ra û sibê jî bi Macronê Serokomarê Fransayê ra bi têlefonê biaxive.,
"Hêviya me ew e pirsgirêk demildest bên çareserkirin. Ji bo vê jî divê rêvebiriya Amerîkayê siyanetê nîşanî daraz û mehkemeyên Tirkiyeyê bide."
"(Hevdîtinên li Astanayê) Civîna sêyemîn tê plankirin hefteya ewil ya meha Îlonê li Tehranê bê kirin."
"Hêzên PYD/YPGyê ji Minbic û derdora wê vedikişin. Daxwaza me ew e hêzên PYD/YPGyê bi temamî vekişin rojhilatê Feratê."
"Tirkiye welatekê bi tenê mişteriyê F-35an nîne, hevparê projeyê ye. Tirkiye hevpar e û ji aliyan yek e. Hetanî nika li gor berpirsyariyên dikevin ser jî pereyê xwe daye."
Berdevkê Serokomariyê Kalin ji bona daxuyaniyên Qesra Sipî yên der barê Brunson da wiha got: "Heger em qala acizeyekê bikin ev acizî jî ji ber berjewendiyên neteweyî yên Tirkiyeyê çêdibe."
"Wan (Amerîka) ji bo keşeyekî hemû têkilî anîn asta xilaskirinê, anîn asta windakirina welatekî wekî Tirkiyeyê, di 2 mijarên ewlekariya neteweyî ya acil û meşrû da (PKK û FETO) rêveberiya Amerîkayê ne di heyama Obama da ne jî di heyama Trump da gave berbiçav neavêt."
"Tirkiye vê pirsgirêkê ji xwe ra dike firsend û gavên tên avêtin jî nîşan didin wê ev pirsgirêk bibe firsend bo Tirkiyeyê."
"Di mijara PKKyê da bi salan e ji me ra dibêjin 'Em di têkoşîna dijî PKKyê da li cem Tirkiyeyê ne. Em îstixbaratê demildest parve dikin, em ê parve bikin jî'. Lêbelê dema li gotin û kirina li qadê mêze dikin mixabin em dibînin ku hevkareyeke merivan tetmîn bike li holê tune."