08 Gulan 2017•Rojanekirin: 09 Gulan 2017
ANKARA
Li Şemdînliya navçeya Hekariyê înşaata du bendavên ku salên borî dibûn hedefa êrişên terorî, ji sedî 95 temam bû.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji wezaretê hat dayîn, Bendava Beyyurdu û Bendava Aslandagê ku ji aliyê Midûriya Giştî ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) li Şemdînliyê tê çêkirin, ber bi xelasbûnê ye. Herdu bendav carekê di 7ê Tîrmeha 2012an da, carekê jî di 8ê Gulana 2015an da bibûn hedefa êrişên terorî.
Ji sedî 95ê bendavan xelas bûye. Ji herdu bendavan her yekî deh megavat ceyran dê were çêkirin. Maliyeta bendavan bi tevahî 68 milyon û 707 hezar lire ye.
Wezîrê Daristan û Karên Avê Veysel Eroglu di daxuyaniyê da got ku şantiyeyên wezaretê digel hemû şert û mercan li çar aliyê welêt, bê navber dixebitin.
Eroglu wiha got: "Rêxistina terorî ya xayin ji bo ku êrişî yekîtî û pêkvetiya welatê me dike û mixabin ji bo ku li herêmê veberhênan neyên kirin, tiştên nebûyî dike. Du caran êrişî van herdu bendavên me yên li Şemdînliyê kiribûn. Me dîsa jî dest jê nekişand û înşaata herdu bendavan lez kir û da nîşan ku em biryardar in. Em tu herêmên welatê xwe ji hev naqetînin û veberhênanê dewam dikin ku bigihîjin hedefên xwe yên 2023an."