28 Hezîran 2016•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2016
SAINT-DENIS
Di pêşbirka tûra 16an a mayîn a Şampiyonaya Fitbolê ya Ewropayê (EURO 2016) da Îtalyayê Espanya 2-0 têk bir û derket çaryekfînalê û bû reqîbê Almanyayê.
Hakemê tirk pêşbirk bi rê va bir û tîma Îtalyayê zû dest pê kir. Îtalyanan di 10 deqîqeyên pêşîn da 2 pozîsyonên zelal bi dest xistin, lê nikaribûn ji qaleparêz De Gea derbas bin. Lêbelê Îtalyayê di deqîqeya 33yan da bi Chiellini va got dît.
Di dewreya yekê da ev skor neguherî û Îtalyayê 1-0 dewreya yekê temam kir.
Herwisa di destpêka dewreya duyemîn da Espanyayê xwe da nîşan, lê ji ber ku Buffon di qela xwe da bi serkeftî bû lîstikvanên Espanyayê gol nedîtin. Îtalyayê wext wextî bi êrîşên destxwera va bandorek ava kir, lê De Gea heya deqîqeya 90î nehêla forveta Îtalyayê jê derbas be.
Di deqîqeya 90+1ê da Îtalyayê ferq derxist duduyan. Gola duyemîn jî Pelle avêt.
Di pêşbirkê da ji ber ku goleke din nehat avêtin Îtalyayê Espanya 2-0 têk bir û di çaryekfînalê da bû reqîbê Almanyayê. Bi vê skorê va Espanyayê xatirê xwe ji EURO 2016ê xwest.
Îtalyayê di çaryekfînalê da di 2yê tîrmehê roja şemiyê bi dema Tirkiyê di saet 22.00yan da li bajarê Bordeauxê were hemberî Almanyayê.
Hakemê pêşbirkê Cuneyt Çakir bi tevahî 6 carî serî li kartê zer da, kartê sor nîşanî kesî neda.