13 Hezîran 2016•Rojanekirin: 14 Hezîran 2016
ANKARA
Şampiyonaya Fitbolê ya Ewropayê ya 2016an (EURO 2016) di 10ê hezîranê da li Fransayê dest pê kir û ji bilî aliyê wê yê sportîf zêdetir bûyerên ku li derveyî sahayê derketin, hatin rojevê.
Par di sermawezê da di êrîşên terorê yên li Parîsê da 130 kes mirin û ji wê hingê pê va tevdîrên ewlehiyê li Parîsê zêdetir bûne. Piştî reforma yasaya xebatê ya hikûmetê, 4 meh in protesto dewam dikin. EURO 2016 jî di atmosfereke wiha da dest pê kir. Pêşbirka ewil di 10ê hezîranê da di navbera Fransa û Romanyayê da hat lîstin. Piştî vê pêşbirkê heta niha di nav 3 rojan da alîgiran şer kir û şîddet heye.
Rojek beriya pêşbirka ewil di navbera alîgirên îngiliz û welatiyên Fransiz da li Marsîlyayê şer derket. Nêzî 200 kesî tevlî vî şerî bû û alîgirên îngiliz zirar da malê qamûyê. Ev şer weke ku destpêka bûyeran be.
Rojek beriya pêşbirka Îngiltere û Rûsyayê, her du alîgirên ku li Marsîlyayê bûn, şer kir. Alîgir li herêma Vieux-Porta Marsîlyayê di kafe û baran da civiyan û bi kevir û şîşeyan va jî êrîşî polêsên fransiz kir.
Di 11ê hezîranê roja pêşbirkê jî alîgirên îngiliz û ûris cardin şer kir. Hejmara kesên ku şer kirin, nêzî 500î bûn û polês ji bo ku wan ji hevdu biqetîne, bi ava tazyîk û xaza îsotê bi kar anî, 10 kes binçav kirin. Di bûyerê da 4 jê giran 35 kes birîndar bûn.
12ê hezîranê jî ji ser tundiya holîganan ra derbas nebû. Li bajarê Lilleyê beriya pêşbirka Almanya û Ukraynayê alîgirên herdu tîman ewil petên avê avêtin hev û dû ra pev çûn. Di encamê da 2 kes birîndar bûn.
Alîgirên Polonya û Îrlandaya Bakur ên ku seba temaşekirina pêşbirka tîma xwe ya neteweyî li bajarê Niceê bûn, tûşî êrîşa koma alîgirên "Nice Ultras" a herêmî hatin.
Çapemeniya herêmî daxuyand ku wê şevê alîgirekî Îrlandaya Bakur ê 24 salî piştî pêşbirka ku Polonya 1-0 têk çû, li devera Promenade des Anglais a Niceê ji ciyekî serdest ket xwarê û mir.
Di 3 rojan da 63 binçavkirin
Wezareta Karên Navxweyî ya Fransayê jî destnîşan kir ku ji roja înê destpêka şampiyonayê vir da ji ber bûyeran bi tevahî der heqê 116 kesan da miemeleya jêpirsînê pêk hat û 63 kes jî hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya wezaretê da ji xeynî vî hat diyarkirin ji ber ku serî li tundiyê dan, 3 kes hatin deportkirin, ji 5 alîgiran ra jî ji ber îhtimala ku dê zirarê bidin pergala qamûyê, destûra têketina welêt nehat dayîn.
Di daxuyaniya dozgeriyê da jî hat gotin ku 6 îngiliz, 3 fransiz û awistiryayiyek ku terefdar in dê bên darizandin.
Dozgerê Marsilyayê Brice Robin jî der heqê 150 holîganên ûris ên ku wekî "seba bûyerên tundiyê pir amade ne" wesifand da got ku berpirsê bûyerên beriya pêşbirka Îngiltere-Rûsyayê ne. Robin got ku kesên di bûyeran da birîndar bûn, piraniya wan îngiliz in.