Nihat Kavşut
04 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2018
ANTALYA
Roberto Rosettiyê şêwirmendê Lijneya Hekeman ya Navendî ya Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê û FIFA VARê li Antalyayê li otêlekê di Semînera Zivistanê ya Lijneya Hekeman ya Navendî da der heqê VARê da pêşkêşî kir.
Di pêşkêşiyê da Osman Aşkin Bakê Wezîrê Spor û Ciwaniyê, Yildirim Demîrorenê Serokê Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê, Servet Yardimciyê Endamê Lijneya Rêvebiriyê ya UEFAyê û Wekîlê Serokê 1emîn yê Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê, Alî Durustê Wekîlê Serokê Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê, Yusuf Namogluyê Serokê Lijneya Hekeman ya Navendî, Dursun Ozbekê Serokê Kilûba Galatasarayê û Weqfa Yekîtiya Kilûban, Mircea Lucescuyê Dîrektorê Teknikî yê Tîma Neteweyî ya Ayê, Tayfur Havuçuyê alîkarê Mircea Lucescu, Şenes Erzikê Endamê Rûmetê yê FIFAyê, hekem û nûnerên kilûban amade bûn.
Rosettî destnîşan kir Osman Aşkin Bakê Wezîrê Spor û Ciwaniyê ji ber ku hekemtî kiriye wê wan baş fehm bike û der barê pergala VARê da wiha got: "Ev ne ji bona hekeman ji bo fitbolê projeyek e. Armanca sereke ew e di fitbolê da edalet hebe. Di nav 20 saniyeyî da pozîsyonek nayê nirxandin. Di nav 20 saniyeyî da bi wesîleya medyayê di hişê her kesî da fikrek çêdibe û kesê biryarê dide jî bêyî vê biryar dide. Ev proje ji bona xeletiyên eşkere da ji hekem ra bibe alîkar heye."